Kuştina terorîstên DAIŞê di êrişa esmanî de li bakurê Iraqê
Fermandetîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku komeke endamên DAIŞê di encama êrişa esmanî ya hêzên esmanî yên vî welatî li Wadî Şay, li bakurê vî welatî hatin kuştin.
Di daxuyaniya Fermandetîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de hatiye ku di berdewamiya hewldanên hêzên çekdar ji bo jinavbirina paşmayiyên DAIŞê û bi hewildanên îstîxbaratî û teknîkî yê yekîneya êrişa esmanî ya wê fermandetîyê da, çend roj berî niha veşartgeheke komeke terorîst li Wadî Şay, li rojhilatê Selahedînê, hate naskirin.
Hêzên esmanî yên Iraqê bi balafirên F-16 êrişî wê veşartgeha girîng kirin ku di encamê de hemû terorîst hatin kuştin û çek, alav û amûrên ragihandinê yên di hundirê wê de hatin îmhakirin.
Fermandetîya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniyê de got ku hêzên ewlehiyê şopandina terorîstên mayî yên DAIŞê ku li axa paqij a Iraqê ti cihek tinene, didomînin.