Qeys Xez`elî: Zextên biyaniyan bona hilweşandina Heşda Şebî komployek e dijî Iraqê
Sersekreterê Tevgera Esayib Ehl Heq a Iraqê got ku zêdebûna zextên biyaniyan ser Heşda Şe`bîyê beşek ji plana pir xeternak a ji bo lawazkirin û perçekirina Iraqê ye.
Şêx Qeys Xez`elî got: Mesela qanûna Heşdî Şebîyê ji meseleyeke navxweyî derbas bûye û bûye mijareke navneteweyî. Wî gotinên hin balyozan ser wê yekê ku piştî bidawîhatina DAIŞê hebûna Heşda Şe`bîyê ne hewce ye, bê bingeh û kirêt bi nav kir. Wî got: Gefên dijî Iraqê, çi ji hêla alugurên herêmî û Sûriyê û çi jî ji ber projeya siyonîstî didomin û armanca wê perçekirina dubare ya herêmê ye.
Xez`elî tekez kir: Israra ser hilweşandin an tevlîkirina Heşda Şe`bîyê nîşan dide ku komployek cidî ji bo derbelêdana li Iraqê di rê de ye komploya ku bi hebûna Heşdî Şe`bîyê wê têk here.