Tebax 13, 2025 17:25 Asia/Tehran
  • Balyozxaneya Iraqê li Amerîkayê: Bexda gotina ti welatekî nake

Balyozxaneya Iraqê li Amerîkayê di daxuyaniyekê da bersiva gotinên destwerdanê yên Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê peymana ewlehiyê ya bi Îranê re da û tekez kir ku Bexda xwe biryaran dide u gotina ti welatekî nake.

Balyozxaneya Iraqê li Amerîkayê di vê daxuyaniyê de tekez kir ku Iraq welatekî tam serbixwe ye û mafê Iraqê heye ku li gorî destûra bingehîn û qanûnên din ên xwe bi her welatekî re rêketinname û peymanan îmze bike. Di vê daxuyaniyê de hatiye: Iraq bi gelek welatan re têkiliyên dostane datîne û hevkariyê dike û peymana ewlehiyê ya Iraqê bi Îranê re di çarçoveya hevkariya dualî de ji bo parastina ewlehiyê û kontrolkirina sînoran hatiye îmzekirin. Tamî Biros, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, di axiftineke destwerdanê de rexne li peymana ewlehiyê ya Îran û Iraqê kiriye.

Serepeyv