Tebax 11, 2025 20:25 Asia/Tehran

Sekreterê Konseya Ewlehiya Netewî ya Îranê, îro di dewama sefera bo Iraqê, bi serokomarê vî welatî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Elî Larîcanî, sekreterê Konseya Ewlehiya Netewî ya Îranê, îro di dewama hevdîtinên xwe yên dîplomatîk de, li Bexdayê bi Ebduletîf Reşîd, serokomarê Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Sekreterê Konseya Ewlehiya Netewî ya Îranê, herwiha bi Mihemed Şiya Sûdanî, serokwezîrê Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî. Herwiha hevhatinameyeke hevpar a ewlehiyê di navbera Îran û Iraqê de ji aliyê Elî Larîcanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî û Qasim El erecî, şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê li cem Sûdanî hate îmzekirin.

Sekreterê Konseya Ewlehiya Netewî ya Îranê, li hevdîtina bi hevtûşê xwe yê iraqî re pesna hikûmet û siyaseta derve ya hevseng da ku bûye sedema ewlehî û aramiya Iraq û herêmê.

Wî herwiha got: Xelkê Iraqê wêrek û destvekirî û comerd in û rêya Kerbelayê îro şehediya destvekirîbûna iraqiyan dike. El Erecî jî li hevdîtina bi Elî Larîcanî re got ku hikûmeta Iraqê bi micidî hewl dide pêşiya her cure binpêkirina ewlehiyê ya bi armanca destdirêjiya ser her welatekî cînarê xwe bigire.

El Erecî û Larîcanî li ser cihatina hevhatinameya ewlehiyê ku di navbera Îran û Iraqê de hate wajokirin de, rewşa ewlehiya navçê û cinayetên birçîhîştin û kuştina xelkê Filistînê li Zîvala Xezzê gotûbêj kirin. 

Serepeyv