Tebax 10, 2025 12:27 Asia/Tehran
  • Pûçkirina plana terorîstî ya DAIŞê ser rêya zîyaretkerên Erbeînê

Dezgeha Dadwerîyê ya Iraqê ragihand ku komeke terorîst a ser bi DAIŞê hat girtin.

Konseya Bilind a Dadwerîya Iraqê ragihand ku wê koma terorîst dil hebû zîyaretkerên beşdarê merasima çillê Imam Hisên (S) ku peya ber bi Kerbelayê va diçin, bike armanc. 

Wê koma terorîst pilan kiribû ku bombeyan çêke û ser rêya zîyaretkerên mêhwera başûr bi cih bike û jehrê berde xwareka ku didin zîyaretkeran. 

Konseya Bilind a Dadwerîya Iraqê herwiha pêgirî kir ku lêkolîn nîşan didin koma terorîst a DAIŞê şêwazên taybet ji bo wergirtina endaman bi kar tîne û ji hêla hiş û mejî va wan tam dike peyrevê xwe. 

Serepeyv