Tebax 05, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Hêrsa Hevalbendiya Feth a Iraqê ji dewama destwerdana balyozxaneya Amerîkayê

Endamê payebilind ê Hevalbendiya Feth a Iraqê rexne li destwerdanên Amerîkayê li karûbarên navxweyî yên welatê xwe bi taybet ser mijara qanûna Rêxistina Heşdi Şeibiyê li Parlimanê kir.

Udey Ebdulhadî amajeyî zextên Amerîkayê û bandordanîna wê li ser pêvajiya pêşniyarqanûnên nav Parlimana Iraqê bi taybet li ser qanûna Rêxistina Heşdi Şeibiya Iraqê kir û got: Iraqê serwerî heye û Parlimana wê vîna gelê Iraqê nîşan dide û ti balyozxaneyeka biyanî ji wan Amerîkayê mafê xwe tine ku destwerdanê li pêşniyarqanûnên wê bike yan jî di çarçoveya astengî derxistina di rewşa qanûna têkildarî nijyara ewlehiya fermî ya ku peywendiya xwe bi serfermandê hêzên çekdar ên Iraqê re heye, zextê bide. Ebdulhadî got: Kiryarên  balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê dijî qanûna Rêxistina Heşdi Şeibiyê ya Iraqê helwêsteke redbûyî ya siyasî nîşan dide  bi taybet ku ev rêxistina yek ji saziyên herî girîng e ku rola wê di parastina ewlehiya welêt de heye.

Serepeyv