Operasyonên veşartî yên hêzên taybet ên Amerîkayê li Iraq û nêzîkî sînorên Sûriyê
Çavkaniyên Iraqî derbarê tevgerên veşartî yên hêzên taybet ên amerîkî li axa vî welatî û nêzîkî sînorên hevpar ên bi Sûriyê re, agahî dan
Çavkaniyên agahdar ragihandin ku hêzên taybet ên ser bi Amerîkayê di sietên derbasbûyî de li kûrahiya çola Enbarê liv û tevgerên berfireh pêk anîne û ev hêz di halê cihanîna operasyonên nediyar in ku gelek pirs derxistine holê ji ber ku ev operasyon li deverên nêzîkî sînorên Sûriyê tên kirin.
Çavkaniyên agahdar destnîşan kirin: Hêzên taybet ên Amerîkayê di sê mehên bihurî de li baregeha Eyn El-Esed bi cih bûne û liv û tevgerên nediyar hene.
Vê dawiyê çavkaniyek agahdar ragihandin ku baregeha amerîkî ya Eyn El-Esed li rojavayê parêzgeha Enbarê bûne şehedê liv û tevgerên ewlehiyê yên nişkêveyî hevrê li gel firîna xwefir û bicihkirina hêzên vî welatî li derdora wê .