Tîrmeh 28, 2025 16:41 Asia/Tehran
  • Operasiyona berfireh a ewlehiyê ya artêşê û Heşdi Şeibî ya Iraqê bereberê Erbeînê

Çavkaniyên iraqî basa destpêbûna operasiyona berfire ya ewlehiyê ya artêşê û hêzên Heşdi Şeibî bereberê Çilê Îmam Hisên kirin.

Operasiyona berfireh a ewlehiyê ya artêşê û Heşdi Şeibî bi armanca parastina ewlehiya merasima Erbeînê û rêyên ji bo rêpîvana ziyaretkiran û pûçkirina her cûre êrişa muhtemel a tekfîriyan ji çola El Enbarê ve destpê bûye û berdewam e.

Hemû salê endamên tekfîrî terorîstî bi rênimûniya rasterast a mêhwera siyonîstî- amerîkî, bona derbelêdana li merasima mezin a Erbeînê çalaktir dibin lê hişmendî û amadetiya zav a hêzên artêşê û Heşdi Şeibî ew pîlan pûç kirine. Rêpîvana Erbeîna îsal, nêzî du hefteyan berî nika ji navçeya herî başûrî ya Iraqê li Reis El Bîşe ya bajarê Fawê li parêzgeha Besrê ber bi Kerbelayê ve destpê bûye.

Serepeyv