Tîrmeh 28, 2025 18:41 Asia/Tehran
  • Astengîderxistinên Amerîkayê dijî hêzên Heşdi Şeibî

Parlimantereka Parlimana Iraqê basa zextanîna welatên biyanî û di serê wan de Amerîkayê ser hêzên Heşdi Şeibî kir.

Soheyle El Sultanî, parlimantera Parlimana Iraqê pêgîrî kir ku destwerdanên biyanî bi mêhweriyeta Amerîkayê dibin berbendên ser rêya pejirîna qanûna têkildarî hêzên Heşdi Şeibî li Parlimanê. Wê herwiha got: Pejirîna vê qanûnê ji midehekî berî nika ve rastî astengîdexistinên zav ve hatiye û Amerîka hewl dide pêşiya serêxwegirtina vî yekî bigire. Amerîka tevî rola girîng a hêzên Heşdi Şeibî di têkdana DAIŞ`ê û tarûmarkirina terorîstên ser bi Waşîngtonê ve, dixweze ku ev saziya leşkerî li Iraqê were hilweşandin.

Tevî viya operasiyona hêzên Heşdi Şeibî dijî terorîstan li gişt Iraqê hîna jî berdewam e.

Serepeyv