Dadgeha Federal a Iraqê dozên dijî parêzgehnaskirina Helebcê ret kirin
Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku 2 dozên ji bo sekinandina qanûna parêzgehbûna Helebcê ret kirîye û ew qanûna vê gavê bêyî berbenda qanûnî dikare bi cih were.
Ev 2 doz bi idiaya ``dijayetîya tev qanûna bingehîn`` derbara demajoya pesendkirina qanûna parêzgehkirina Helbceyê hatibûn hilêxistin, lê Dadgeha Federal ew qebûl nekirine.
Doza yekem dijî serokê parlimana Iraqê û cigirên wî bû û hatibû xwestin ku dengdan û pesendkirina wê qanûnê wek karekî neqanûnî were ragihandin û bicihanîna wê were sekinandin.
Di doza duyem da jî ji Dadgeha Federal a Iraqê hatibû xwestin ku fermana Serokomartîya Iraqê ya di 29ê Nîsana 2025ê têkildarî parêzgeh-nasîna Helebcê da bêhitbar were ragihandin û pêşîya bicihanîna ewê were girtin.
Bi dû vê biryarê, Nuxşe Nasih parêzgara Helbcê, di daxûyanîyekê da, ev biryara li niştecîyên Helebcê pîroz kir.