Tîrmeh 21, 2025 14:23 Asia/Tehran
  • Armancên Amerîkayê derheq liv û tevgerên dijî Heşdi Şe`bîyê

Endamekî berê yê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya parlimana Iraqê, dibêje ku liv û tevgerên Amerîkayê ji bo êrişa ser hêzên seferberya gelanî yên Iraqê ango Heşdi Şe`bîyê têkçûyî zanî.

Eyyûb Rebîyî endamekî berê yê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya parlimana Iraqê ragihand ku hewlên Amerîkayê ji bo êrişa ser hêzên Heşdi Şe`bîyê, fermande û rêvebirên wê ji ber sê hegeran ser nakevin.

Wî herwiha got: Heşdi Şe`bî tenê rêxistineke emnî ya fermî nîne, belkî nîşana fidakarî û qehremanîyê ye. Ev hêza piştî bûyerên di Hezîrana sala 2014ê da bi fitwaya merceyê dînî hat avakirin û Iraq ji wan pilanan rizgar kir ku armanca wan perçekirin û radestkirina Iraqê bo komeke terorîst bû. 

Rebîyî herwiha pêgirî kir: Liv û tevgerên Waşîngtonê ji bo êrişa ser Heşdi Şe`bîyê û hilweşandina wê yê bi 3 hegeran têk herin; destpêkê ji ber hişyarbûna iraqîyan, duyem ji ber bawerîya iraqîyan himber şîyana Heşdi Şe`bîyê ku wekîltîya hemî çîn û qatan dike û ya sêyem jî pêbawerîya tam a wan derheq hêzekê ye ku ji bo azadkirina welêt can fida kirîye. 

Serepeyv