Tîrmeh 19, 2025 15:34 Asia/Tehran

Tevî rola girîng a Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê di warê berevaniya ji vî welatî li himber gefa terorîzma Tekfîrî di mehên derbasbûyî de zextên dijî hikûmeta Bexdayê ji bo hilweşandina Heşda Şebî zêde bûne û vê dawiyê bilî gefa terorkirina rayedarên payebilind, mûçeyên fermandar û hêzên wê jî hatiye rawestandin.

Di dereq salên şerê hikûmet û gelê Iraqê bi komên terorîst  re li vî welatî hêzên xwebexş ên Heşda Şebî  beşek girîng a  pêkhateya ewlehî û leşkerî ya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê û tevgerên din ên tekfîrî bûn. Lê di mehên derbasbûyî de, zextên dijî hikûmeta Iraqê jibo hilweşandina Heşda Şebî û rawestandina çalakiyên wê zêde bûne. 

Muhenned el-Eqabî, rêveberê medyayê yê Hêzên Heşda Şebî tevî amajeya bi dîroka geş a  kiryara vê hêzê di berevaniya yekparçeyiya axê ya Iraqê li dijî dagirker û tevgerên tekfîrî dibêje: Bi tevlîkirina têkoşerên Heşda Şebî di nav artêşê, polîs û hêzên taybet ên rawestana li ber terorîzmê  ev pêkhateyên leşkerî, ewlehî û îstîxbaratê jî hatin xurtkirin ku li gorî çavdêrên herêmî û navneteweyî, rewşa ewlehiyê li Iraqê ji Hezîrana 2014an vir ve pêşketineke  girîng û berbiçav hebûye.

Morteza Amirî, berpirsekî payebilind êHeşda Şebî ya  Iraqê, bal kişand  ser  êrişên tund ên medyayî yên li dijî çalakî û xizmetên Hêzên Heşda Şebî di nav raya giştî ya Iraqê û got: Civaka Iraqê  li himber van  kempêynên medyayî dijî Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê xemsar e.Pabendbûna Hêzên xwebexş ên Heşda Şebî ya Iraqê di dereqa salên şerê li dijî komên terorîst de bû sedema têkiliyên kûr di navbera fermandar û têkoşerên Heşda Şebî û serok eşîrên Iraqî li navend û başûrê  vî welatî.

Kerîm El-Kenanî, Berdevkê Hêzên Heşda Şebî got: Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê niha beşek ji pêkhateya hêzên çekdar ên Iraqê ne. Hêzên îstikbara cîhanî hewl didin hêzên ku ji bo berjewendiyên hikûmet û gelê Iraqê dixebitin, bêrûmet bikin, ew jî hêzên ku di dema têkoşîna dirêj li himber DAIŞê  ji bo  têkoşîna ji bo  nirxên pîroz  û welat  rabûn û ji ber vê yekê  ew dikevin ber êriş û aloziyên medyayî, leşkerî û siyasî de ye.

Serepeyv