Hejmara qurbaniyên şewata li Iraqê zêde dibe, sê rojan şîna giştî
Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqî ragihandin ku hejmara qurbaniyên şewata şeva çarşemê li bajarê Kut ê parêzgeha Wasit li rojhilatê Iraqê gihîştiye 77 kesan û parêzgarê vê parêzgehê sê rojan şîna giştî ragihandiye.
Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê ragehand ku ku hejmara qurbaniyên şewata karesatbar a li navendeke kirrînê ya li bajarê El-Kutê gihîştiye 77 kesan.Mihemed El-Meyahî, parêzgehar Wasitê di daxuyaniyekê de ragihand ku parêzgeha Wasitê ji bo rêzgirtina li qurbaniyên şewata mezin a li navenda kirrînê ya li bajarê El-Kutê sê roj şîna giştî radigehîne. Wî her wiha soz da ku encamên berayî yên lêkolînên derbarê sedemên şewatê dê di nav 48 sietên bê de ji raya giştî re were ragehandin.
Ayetullah Sîstanî, Merceyê mezin a şîeyên Iraqê jî di peyamekê de ji ber can dayîna bi dehan kesan di bûyera şewata diltezîn a li navendeke kirrînê ya li bajarê El-Kutê de sersaxî xwest.