Tîrmeh 14, 2025 16:36 Asia/Tehran
  • Meşhedanî: Iraq li ber qeyraneke emnî ya ihtimalî ye

Serokê Meclisa Iraqê hişyarî da ku ev welata di ber qeyraneke emnî ya ihtimalî da ye û her têkçûna emnî li Bexdayê yê demlidest bipeke parêzgehên din.

Mehmûd Meşhedanî Serokê Meclisa Iraqê di hevpeyvînekê da hişyarî da ku welatê wî di ber qeyraneke emnî ya ihtimalî da ye û got ku ihtimala lidarxistina xwenîşandana gelanî di meha bêda l iIraqê heye û diqewime ev welata bi hegera nearamî û nerazîbûnan ber bi bijareya ``hikûmeta awarte`` va were kaşkirin.

Meşhedanî herwiha got: Wêdaçûna Muqteda Sedir ji sîyasetê, zingila xeterê ya rastî ye û Mesûd Barzanî Serokê PDKê jî bi awayekî ciddî ser dûrketina ji sîyasetê fikir dike.

Serokê Meclsia Iraqê derbara gengeşeya vê dawîyê derbara qanûna têkildarî Heşdi Şe`bîyê da jî got ku zext û gefên Amerîkayê rê li ber vê qanûnê li parlimanê girtin û Amerîakyê bi aşkirayî ji hemî rêvebirên sîyasî re ragihand ku dijî jinûve-kirina nijyara Heşdi Şe`bîyê ye û dixwaze ew hêzana tevlî artêşê bibin. 

Serepeyv