Tîrmeh 12, 2025 16:22 Asia/Tehran
  • Heşdi Şe`bî pê hesîya; liv û tevgerên serkirdeyekî Be`is a Iraqê

Hêzên Heşdi Şe`bîyê karîn serkirdeyekî partîya têkçûyî û hilweşîyayî ya Be`isî li Felûceyê desteser bikin.

Çavkanîyekî emnî li parêzgeha Enbar a Iraqê ragihand ku hêzên Heşdi Şe`bîyê serkirdeyekî partîya hilweşîyayî ya Be`isê ku hewil dida komeke nihênî ser bi vê partîyê li navçeyên bakura şarê Felûcê damezirîne, desteser kirin.

Hêzên Heşdi Şe`bîyê anegorî lêzanînên têkildarî kesekî bi navê Evilsitar Hamid Duleymî, operasyoneke emnî li navçeya Seqlawîyeye li bakura Felûcê li dar xistin.

Ew kesa bi nihênî mijûlê liv û tevgerekê ji bo avakirina komekê sr bi partîya hilweşîyayî ya Be`isê bû. 

Serepeyv