Hezîran 15, 2025 07:32 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê Bexdayê: Êrişa Rejîma Sîyonîst ser Îranê ceribandinek ji bo umeta islamê ye

Pêşnimêjê Bexdayê ku mamostayekî navdar ê Navenda Zanistên Dînî ya Necefa Eşref e, di daxûyanîyekê da, bi tundî êrişa Rejîma Sîyonîst a cinayetkarane ser Komara Islamî şermezar kir û ew êrişa ezmûneke mezin ji bo umeta islamê û dewletên islamî zanî.

Ayetullah Seyîd Yasîn Mûsewî hişyarî da ku ev êrişa xaleke werçerxanê ser rêya himberhevsekinîna umeta islamê ji hêlekê ya û ya himber hevalbendîya sêalî ya Amerîka, Ewrûpa û Israyîlê ji alîyekî din va ye.

Pêşnimêjê Bexdayê herwiha got ku şermezarkirina êrişa hanê bi daxûyanîyê û dîyarekirina bêzarbûna j iwê, têrê nake û xwest ku fêrkarîyên quranî bi awayekî ciddî bên berçavgirtin û got: Armanc ji êrişa ser Îranê tenê terorkirina hin fermande, zanyar û sivîlan ji wan jin û zarokan nîne, belkî ev êrişa Rejîma Sîyonîst beşeke komployeke cîhanî ji bo jinavbirina dadperwerîyê û wê rastîyê ye ku di islama resen da dîyar e.

Wî bal kişand ser rola Komara Islamî ya Îranê di vê rêyê da û got ku Pergala Wilayeta Feqîhê di 40 salên buhurî da wek tenha pergala serbixwe himber koledarîya cîhanî sekinîye û ala berevanîya ji mezlûmên cîhanê çi li welatên sunne û çi jî li welatên şîe bilind kirîye. 

Serepeyv