Hezîran 06, 2025 18:29 Asia/Tehran

Hikûmeta Navendî ya Iraqê ragihand ku di sê salên derbasbûyî de, wan zêdetirî 12.5 milyar dolar daye Herêma Kurdistana Iraqê, ev reqem zêdetir ji para rastîn a herêmê bûye bêyî ku herêm beşek ji dahata xwe ya niftê radestî xezîneya giştî ya Iraqê kiribe.

Belgeyên ku ji hêla parlamenterekî Iraqî ve hatine weşandin nîşan didin ku hikûmeta navendî di navbera salên 2023 û 2025`an de zêdetirî 12 milyar dolar daye Herêma Kurdistanê, tevî ku herêm ti beşek ji dahata niftê nedaye. Wezareta Niftê ya Iraqê her wiha ragihandiye ku berdewamiya radestnekirina nifta hilberandî li Herêma Kurdistanê  ji hikûmeta navendî re dê bibe sedema ziyaneke mezin.

Wezareta Niftê di daxuyaniyekê de ser pêwîstiya pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ser destûra bingehîn, biryarên Dadgeha Bilind a Federal û qanûnên heyî, ji wan Qanûna Budceya Giştî ku hikûmeta herêmê erkdar dike nifta ku ji meydanên wê herêmê tê hilberandin ji bo hinardekirin û dabînkirina dahata xizîneyê radestî Wezareta niftê ya Federal bike, pêgîrî kir.

Di daxuyaniya Wezareta Niftê de hatiye ku nameyên fermî û şandina şandeyan bo Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ti encamek tinebûye. Wezareta niftê tekez dike ku pêwîst e li gorî guhertina Qanûna Budçeyê ku bi îzna hikûmeta herêmê hatiye pejirandin, bi lez dest bi radestkirina niftê bikin û pêwîst e ku hikûmeta herêmê erkên xwe cih bîne.

Wezareta Niftê her wiha ragihand ku wan hinek zaniyarî li ser berdewamiya qaçaxa niftê ji Herêma Kurdistanê bo derveyî Iraqê wergirtine û berpirsiyariya qanûnî ya teva ya vê mijarê ser istûyê herêmê ye û mafê xwe yê berçavgirtina  hemû tedbîrên qanûnî di vî warî de parasti dizane.

Serepeyv