Civata Bilind a Islamî ya Iraqê: Imam Xumêynî hizirvanekî sîyasî bû
Hezîran 04, 2025 12:17 Asia/Tehran
Berdevkê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê pêgirî kir: Imam Xumêynî hizirvanekî sîyasî bi wêjmana hevdengker di nav misilmanên cîhanê da bû.
Elî Fazil Difayî Berdevkê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê pêgirî kir: Imam Xumêynî ne tenê merceyekî teqlîdê bû, belkî hizirvanekî sîyasî bû ku fiqh wek emrazeke kesane veguherte çarçoveke berfire ji bo rêkxistina jîyana takekesî ya misilman.
Wî herwiha got: Şoreşa ku gelê misilman ê Îranê bi rêvebirîya Imam Xumêynî rizwan ullah Teala Eleyh bi rê xist, di dewama rêya xwe da veguherî tevgereke tam ku serekanîya hêza wê jî îman û pabendbûna bi dînê islamê bû û yê bidome.