Girtina bandeka terorîst li Iraqê
Hezîran 01, 2025 21:15 Asia/Tehran
Serwîsa Istixbarata Netewî ya Iraqê basa girtina bandeka cinayetkar li welêt kir.
Rêxistina Istixbarata Netewî ya Iraqê pêgîrî kir ku wê sekinîna li hember her cure hewldana ji bo bêewlehî û bê istiqrarkirina Iraqê bidomîne. Vê rêxistinê amajeyî vê yekê kir ku di operasiyoneka pêşîlêgirtinê de endamên bandeka cinayetkar ku dil hebûn li Iraqê têroran cih bîbnin û di ewlehiya giştî ya de Iraqê aloziyan pêk bînin, girtin. Piştî wergirtina îznên ji hêla dadweriyê ve û kivşkirina cihên mayîna wan li Iraqê, êrişî veşartgehên wan hatin kirin û ew li çend parêzgehan hatin girtin.