Hezîran 01, 2025 15:15 Asia/Tehran

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nûcebayê ji zarê jêderên agehdar ragihand ku muhtemel e di heyama du hefteyên bê de gera nû ya danûstandinên teknîkî û leşkerî di navbera Iraq û Amerîkayê de pêk were.

Danûstandinên nû di navbera berpirsên iraqî û amerîkî de derbarê hebûna hêzên biyanî li wî welatî tevî nakokiyên bingehîn di navbera her du aliyan de tên kirin. Ev gotûbêj bi mebesta diyarkirina çarçoveyeke nû ji bo hebûn yan vekişîna hêzên amerîkî li Iraqê ne, di heman demê de komên berxwedanê û parlimana vî welatî daxwaza vekişîna bê şert û merc dikin. Tevî îdiaya fermî ya Waşîngtonê ku erkê berpirsyariya şerkirinê li Iraqê bi dawî bûye, lê Amerîka pêkutiyê dike ku baregehên xwe li deverên sereke yên wekî Eyn Esed û Herîrê biparêze. Komên berxwedanê ên Iraqê hebûna hêzên amerîkî binpêkirina eşkere ya serweriya niştimanî û pêşniyarqanûna parlimana vî welatî dizanin. Gelek belge û rapor nîşan didin ku Amerîka bi awayekî sîstematîk rê li ber teyarkirina artêşa Iraqê girtiye, bi taybetî di warên hestiyar ên wek berevaniya asmanî û teknolojiya xwefiran de. Çavkaniyên navxweyî yên Iraqê hişyarî dan ku eger hikûmeta Sûdanê cîbicîkirina vê biryarnameyê bixe derengiyê, dê zextên li ser hêzên amerîkî û hikûmeta navendî zêdetir bibin.

Serepeyv