May 31, 2025 17:12 Asia/Tehran

Hevgavê wajokirina peymanên gazê yên nû di navbera Hewlêrê û şirketên amerîkî da, hikûmeta federal a Iraqê miaş û destmiza karmendên herêma Kurdistanê sekinand û vê yekê gêreya di navbera Bexda û Hewlêrê da giran kirîye.

Gêreya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê vê dawîyê piştî seredana Mesrûr Barzanî ya Waşîngtonê û wajokirina çend peymanên nift û gazê tev şirketên amerîkî careka din tund û giran bûye. Vê qeyranê ne tenê debara jîyanê ya bi sedan hezar karmendên li Herêma Kurdistanê xistîye ber zext û zorê, belkî qelişên bingehîn di nijayra sîyasî ya Iraqê da jî aşkira kirîye.

Nakokîya dêrîn a di navbera Hewlêr û bexdayê da ku di sala 2005ê da bi hêvîya federalîsm û şirkatîya berenber dest pê bû, nika veguherîye qeyraneke netewî. Bicihanîna nuqsan a qanûna nift û gazê ya federal, sekinandina berdewam a dayîna pişka herêma Kurdistanê ji bûca giştî û giştpirsîya serxwebûnê di sala 2017ê da, gişk haletên berbiçav ên gêreyên hanê bûne. Vê dawîyê Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû Waşîngtonê û 2 peyman ji bo pêşxistin û berfirekirina binesazîyên gazê bi şirketên amerîkî ra wajo kir, ev yek bû sedema berteka tund a hikûmeta federal a Bexdayê.

Vê dawîyê çavkanîyên nûçeyan li Iraqê ragihandin ku hikûmeta federal a vî wewlatî bi nîşana nerazîbûna hibmer peymanên niftê yên di navbera Herêma Kurdistanê û şirketên amerîkî da, yê dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê dozê li dadgehên navdewletî veke.

Hevgavê vê yekê, Pêşewa Hewramanî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçova bertekeke zelal da, himber nakokîyên di navbera Hewlêr û bexdayê da got ku nabe miaşê karmendan ji ber nakokîyên sîyasî wek rehîn bê ragirtin. 

Serepeyv