Êrişa hewayî ya Iraqê ser çeperên DAIŞê
May 21, 2025 14:36 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên artêşa Iraqê êrişî çeperên DAIŞê yên li herêmên çîyayî yên wî welatî kirin.
Hevgavê êrişa hewayî ya artêşê, hêzên emnî yên Iraqê jî operasyoneke taybet da êrişî çeperên DAIŞê yên li zincîre çîyayên rojhilata parêzgeha Selaheddînê kirin.
Ev operasyon li gorî lêzanînên deqîq dijî çeperên DAIŞê li zincîre çîyayên Bilkanê hat lidarxistin. Di encamê da çend têrorîstên DAIŞê hatin kuştin û alavên cengê yên di nav çeperan da jî hatin jinavbirin.