Iraqê derbara binkeyên nihênî yên terorîstan da li Sûrîyê hişyarî da
Parlimanterekî Hevalbendîya Feth a Iraqê derbara bitalukebûna zîndanên ku terorîstên DAIŞê li Sûrîyê di wan da tên ragirtin, hişyarî da.
Mihemed Beldawî parlimanterê Hevalbendîya Feth`ê li parlimana Iraqê pêgirî kir zîndanên ku çekdarên DAIŞê li axa Sûrîyê di wan da tên xweyîkirin, weke gefa rastî û berdewam dijî ewlehîya netewî ya Iraqê tên hesêb.
Vî parlimanterê iraqî herwiha got:. Di van zîndanan da bi sedan terorîstên DAIŞê li bakur- rojhilata Sûrîyê nemaze li herêmên di bin kontrola hêzên xwecî û yên Amerîkayê da tên xweyîkirin, ew zîndan veguherîne binkeyên nihênî ji bo vergirtin û komkirina terorîstan.
Beldawî herwiha got: Nebûna ewlehîyê di hundurê wan girtîgehan da û lawazbûna çavdêrîya navdewletî dibin sedema vê talukeyê ku terorîst careka din di axa Iraqê da çalak bibin.