May 15, 2025 17:38 Asia/Tehran
  • Divê leşkerên Tirkiyeyê bi lez ji Iraqê derkevin

Serkirdeyekî ser bi Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan got : Piştî ku PKKê biryara hilweşandin û dawîanîna şerê çekdarî da,divê Tirkiye jî hêzên xwe ji axa Iraqê vekişîne.

Îsam Şakir ji Hevpeymaniya Çarçoveya Hewahengiyê got: Daxûyaniya hilweşandina PKKê û Bêçekkirin xaleke werçerxî ya girîng e ku divê Tirkiye sê pêngavan  li Iraqê bavêje: rawestandina êrişên leşkerî ser Iraqê, Ji bo vekişîna hêzên xwe xişteyeke demê bidin destpêkirin û  Hevahengiya bi hikûmeta Iraqê re ji bo misogerkirina ewlehiya sînorên hevpar.

Şakir daxwaza valakirina baregehên Tirkiyê kir, û tekez kir ku pêwîst e rêz li serweriya Iraqê were girtin.Wî got ku mayîna leşkerên Tirkiyê li axa Iraqê êdî ne rewa ye

 

Serepeyv