Çarçoveya Hewahegiya Şîeyan daxwaza derketina hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir
Piştî ku PKKê ragihand ku dev ji şerê bi çekê berdaye, Çarçoveya Hewahengiya Şîeyan daxwaza derketina hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê kir.
Isam Şakir, yek ji rêberên Çarçoveya Hewahengiya Şîeyên Iraqê, ragihand: Piştî biryara PKKê ya xwehilweşandin û rawestandina şerê bi çekan, divê Tirkiye jî di zûtirîn dem de hêzên xwe ji axa Iraqê paşde vekişîne.
Wî got: Divê Tirkiye sê pêngavên taybet li hember Iraqê bavêje: Rawestandina operasyona leşkerî li axa Iraqê, destpêkirina demajoyeke derketina hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê û hevahengiya bi hikûmeta Iraqê re ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên di navbera her du welatan da.
Isam Şakir got: Tirkiye ketîya kûratîya 140 kîlometrî ya axa Iraqê û derdora 60 û 70 baregehên leşkerî li axa Iraqê ava kiriye. Bi hilweşandina PKKê divê leşkerên Tirkiyê jî ji Iraqê derkevin.