Êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser El Enbarê
May 13, 2025 13:19 Asia/Tehran
Komek ji terorîstên DAIŞ`ê êrişî ser El Enbarê kirin.
Ebdullah Coxeyfî, şêwirmendê parêzgarê El Enbarê li kar û barên berevaniyê got: Wan endamên DAIŞ`ê ber bi sê tirombîlan li navçeya Zebeatê ya li başûrê Rotebeyê li rojava El Enbarê ve gulle avêtin ku di encamê de agir li wan tirombîlan ketibû. Coxeyfî destnîşan kir: Hêzên ewlehiya Iraqê bi piştgîriya hêzên Heşdi Şeibiyê operasiyona xwe ji bo şopandina terorîstan destpê kirin û rewşa ewlehiyê li bajarên El Enbarê misoger bûye.