Sersekreterê Esaêb Ehlê Heq: Tirkiyê idî behaneyek ji bo dagirkeriyê li Iraqê tine
Sersekreterê Esaêb Ehlê Heq a Iraqê wek berteka li hember xwehilweşandina PKK`ê ragihand Tirkiyê idî ti behaneyeke wê ji bo dagirkeriya li Iraqê û binpêkirina desthilatdariya netewî û yekperçetiya axê ya vî welatî tine.
Şêx Qêys Xezelî got, artêşa Tirkiyê bi behaneya sekinîna li hember PKK`ê navçeyeka berfireh a bi qasî zêde ji pênc hezar kîlometreyên çarkunc ji axa Iraqê dagîr kiriye û 183 binkeyên leşkerî li Dihuk û Hewlêrê û binkeyek jî li parêzgeha Neynewa ya Iraqê çêkirin.
Xezelî li ser pêwîstiya destpêkirina hemû tiwdîrên pêwîst ji bo garantîkirina derketina tam a leşkerên Tirkiyê û endamên PKK`ê ji axa Iraqê pêgîrî kir û got: Piştgîriya ji sînorên Iraqê, garantorê ewlehî û hakimiyeta sînorên Tirkiyê ye.
Rayedar û komên siyasî û mezhebî yên Iraqê bi caran êrişên bidûhev ên Tirkiyê ser qada hewayî û hakimiyeta netewî û yekperçetiya axa welatê xwe bi behaneya sekinîna li hember PKK`ê şermezar kirine.