May 02, 2025 15:53 Asia/Tehran

Hikûmeta Iraqê di çarçoveya sozdariya li xurtkirina peywendiyan bi Komara Îslamiya Îranê de, fermana qedexeya bi tevahî ya çalakiya komên dijî Şoreşê û neyarê Îranê bi taybet di Herêma Kurdistana Iraqê da.

Anegorî belgeyên fermî ku hatine weşandin, hikûmeta Iraqê bi dayîna fermanekî ji aliyê şêwirmendê ewlehiya netewî û bi erêkirina nivîsgeha serokwezîrtiyê, hemû çalakiyên partî û komên neyarê Îranê li axa vî welatî, qedexe ragihaniye. Anegorî belgeyên fermî ku hatine weşandin, eb biryar girêdana nivîsgehên van koman û girtina pêşiya her cûre çalakiya wan a leşkerî, medyayî yan siyasî bi taybet li Herêma Kurdistana Iraqê digire ber xwe. Herwiha anegorî xalên vê fermanê, biryar hate dayîn saziyên ewlehî û leşkerî, dayireya derbasgehên sînorî û hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, tiwdîrên pêwîst ji bo cihanîna wê ya tam bigirin ber xwe.

Çavdêriya li ser navçeyên sînorî bi taybet navçeyên çiyayî ku berî nika cihê hatiçûna hin koman bûne jî wê bê şidandin. di vê belgeyê de li ser zêdekirina hevagengiya ewlehiyê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo cihanîna tam a vê biryarê hatiye pêgîrîkirin.

Ev kar bi armanca parastina ewlehiya netewî ya Iraqê, girtina pêşiya ketina nav pevçûnên li navçê û xurtkiirna peywendiyên dualî bi Komara Îslamiya Îranê re cih hatiye. Hevhatinameya hevkariyên hevpar ên ewlehiyê ya di navbera Îran û Iraqê, di Adara 2023`an de di merasimekî bi amadebûna Mihemed Şiya Sûdanî, serokwezîrêp Iraqê ji aliyê Deryavan Elî Şemxanî, sekreterê wê demê yê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Komara îslamiya Îranê û Qasim el Erecî, Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Iraqê ve hat wajokirin.

Hevhatina du welatan di warê amadekirin û wajokirina vê hevhatinameyê ku pêvajoya amadekirina wê çend mehan kişandiye, bandoreka girîng di kêmkirin û birêvebirina pirsgirêkên nexwestî yên ewlehiyê di navbera du welatan de ku koka wan di şerûtiyên komên dijî Şoreşê yên li Herêma Kurdistana Iraqê de ne, hebûye. 

Serepeyv