May 01, 2025 17:05 Asia/Tehran
  • Seyîd Emar Hekîm: Heşda Şebî roleke girîng di parastina Iraqê de heye

Rêberê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê tekez kir ku Heşda Şebî ya Iraqê roleke girîng di parastina vî welatî de heye.

Seyid Emar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê di serdana baregeha operasyonên Heşda Şebî de bal kişand ser vê yekê ku ev rêxistin roleke girîng di parastina Iraqê de heye û got: Heke xwînên paqij ku hatin rijandin nebûna, Iraq rizgar nedibû.

Wî bal kişand ser fîdakarî û hewildanên Heşda Şebî û hêzên din ên ewlehiyê û daxwaza berdewamiya tedbîrên ewlehiyê û parastina destkeftan kir. Hekîm pesna rola Heşda Şebî da û xwest ku dengê gel were bihîstin, pirsgirêk werin çareserkirin û  pêngavên ku hatine rakirin werin ravekirin.

Wî destnîşan kir ku reng e îstîqrara ku li Iraqê heye, li gelek welatan tunebe û ev mesele bi kerema xwedê û fîdakariya Heşda Şebî û hêzên din ên ewlehiyê bûye.

Serepeyv