Hişyarî derbarê seredana Colanî ya Bexdayê da
Nîsan 20, 2025 17:45 Asia/Tehran
Sersekreterê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê got: Dema seredana Mihemed Colanî ya Iraqê, diqewime ew di encama bicihanîna qanûnê da were desteserkirin.
Qêys Xezelî amajeyî hikmê desteserkirina Mihemed Colanî li Iraqê kir û got ku heke ew bigihîje Bexdayê, li gorî ihtimalê yê were desteserkirin.
Colanî yê ji bo beşdarbûna di civîna serokên welatên ereb da sereana Bexdayê bike ku ev yek pêrgî nerazîbûna komên sîyasî û raya giştî ya Iraqê bûye. Neyarên Colanî, wî bi kiryarên terorîstî tawanbar dikin û seredana wî ya Bexdayê berçavnegiritna qanûnê dizanin.