Wajokirina rêketinnama hevkariyê di navbera Îran û Iraqê di warê nift û enerjiyê de
Wezîrên niftê yên Îraq û Îranê ji bo bihêzkirina hevkariyên hevbeş çendîn belgeyên hevkariyê îmze kirin û asoyên hevbeş ên paşerojê nirxandin.
Wezareta niftê ya Iraqê bal kişand ser hevdîtina wezîrê niftê yê vî welatî û hevtayê wî yê Îranê li Bexday û ê ragihand ku her du aliyan bernameyên evkariyê di hemû waran de hilkolandin û ser pevguhertina ezmûnan û hevkariyên hevbeş li gor berjewendiya her du welatan de hevhetinname îmze kirin.
Wezîrê Niftê yê Îranê di vê hevdîtinê de ser giringiya berdewamiya peywendiyên her du welatan di hemû waran de tekez kir. Biryar e ew ligel Serokwezîrê Iraqê jî hevdîtin û gotûbêjan bike.
Wezîrê niftê yê Îranê ser vexwendina hevtayê xwe yê Iraqê çû Bexdayê û dema gihêşt wir, çû cihê bîranîna şehîd Silêymanî û El-Muhendis û rêz ji wan şehîdan girt.