Tabûrên Hizbullahê:Iraq û navçe di rewşa xwe ya herî hestiyar de ne
Nîsan 14, 2025 16:20 Asia/Tehran
Sekreterê giştî yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê tekezî ser şert û mercên hestiyar ên vî welatî û navçeyê kir.
Sekreterê giştî yê Tabûrên Hizbullaha Iraqê Ebû Husêyn El Hemîdawî tekez kir ku, ev welat navçe di qonaxên xwe yên herî metirsîdar û hestiyar de ne.
Wî her wiha got: Divê em vê rewşê baş têbigihin û bi berpirsyarî tevbigerin da ku dijminên gelê me derfetê ji bo plansaziyê peyda nekin.
El-Hemîdawî her wiha bal kişand ser nêzîkbûna hilbijartinên Parlemana Iraqê û tekezî ser pêwîstiya beşdariya herî zêde di wan hilbijartinan de kir.