Hişyariya derheq plana Amerîkayê bo bêewlehkirina Iraqê
Nîsan 12, 2025 16:53 Asia/Tehran
Endamê yek ji hevpeymaniya siyasî ya Îraqê derbarê plana metirsîdar a Amerîkayê ji bo bêewlekirina li vî welatî hişyarî da.
Ebdulselam El-Dulêymî, endamê hevpeymaniya El-Ezm a Iraqê, tekez kir ku Amerîka hewl dide zextê bide ser alîyên hikûmetê ji bo cîbicîkirina plana xwe ya veguhestina zêdetir ji heşt hezar endamên malbatên DAIŞê ji kampa Holê ya Sûrî bo kampa el-Cedie. Ev liv û tevgera nîşana hebûna metirsiyên ewlehiyê yên eşkere li dijî Îraqê ye.El-Dûlêymî destnîşan kir: Amerîka hewl dide bêewlehî û nearamiyê li navçeyên rizgarkirî yên Iraqê çêbike, daku bikare hincetekê ji bo mayîna hêzên xwe li Iraqê peyda bike. Wî her wiha got: Rayedarên ewlehiyê yên Îraqê bi tundî li dijî vê projeyê derketine.