Nîsan 09, 2025 17:46 Asia/Tehran
  • Iraqê himber binpêkirina sînorê hewayî yê vî welatî bertek nîşan da

Endamekî Komîteya Peywendîyên Derve ya parlimana Iraqê derbasbûna balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst nav esmanê wî welatî şermezar kir.

Amir Faiz derbasbûna balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst nav esmanê Iraqê şermezar kir û got: Komîteya Peywendîyên Derve ya parlimana vî welatî dil heye bi daxwazeke femî ji dewleta Bexdayê bixwaze ku helwesteke teqil himber binpêbûna berdewam a serwerîya Iraqê ji derve nîşan bide.

Faiz pêgirî ser pêwîstîya sîyaseta dîplomatîk a dewleta Iraqê kir û got: Divê hikûmet hewil bide welêt ji her qeyran an pirsgirêka herêmî dûr ragire û bi rêyên dîplomatîk ewlehî û serxwebûna Iraqê biparêze.

Basim Ewadî Berdevkê dewleta Iraqê jî got ku Bexdayê nerazîbûneke nivîsîkî ya fermî raberî Sersekreterê NY û Konseya Emnî ya NY kirîye û tê da binpêbûna aşkira ya sînorê hewayî û serwerîya iraqê ji hêla Rejîma Sîyonîst û sûdwergirtina wê rejîm ji bo êrişa hewayî ser Îranê şermezar kirîye.

Serepeyv