Iraq: Herêma Kurdistanê divê bi rênimayîyên hikûmeta navendî ra hevaheng be ta ku destmiz paşda nekeve
Wezîrê Dadwerîyê yê Iraqê ragihand ku ji bo girtina pêşîya paşdaketina destmiza karmendên Herêma Kurdistanê, divê ku ev herêma xwe digel rênimayîyên hikûmeta federal a Iraqê biguncîne.
Xalid Şivanî Wezîrê Dadwerîyê yê Iraqê pêgirî kir ku qeyrana destmiza karmendên Herêma Kurdistanê hatîye çareserkirin û ti pirsgirêkeke hiqûqî yan sîyasî di vî warî da tineye.
Xalid Şivanî pêgirî kir ku pêwîst e Herêma Kurdistanê xwe digel rênimayîyên hikûmeta federal a Iraqê biguncîne û ev yek dê bibe sedema ku destmiz di dema dîyarkirî da bên dayîn.
Li gorî lihevkirina Bexda û Hewlêrê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar e ku mehê nîvê derhata navxweyî radestî Bexdayê bike ta ku hikûmeta federal dayîna destmizan bide ustîyê xwe, lê heta nika tenê beşeke kêm a derhata 2 mehan radestî Bexdayê hatîye kirin.