Adar 25, 2025 16:30 Asia/Tehran
  • Berteka serokê Meclisa Iraqê li hember beşdariya Dilşad Barzanî li Newroza balyozxana Îsraîlê

Serokê Meclisa Iraqê got ku divê beşdariya Dilşad Barzanî di cejna Newrozê ya balyozxaneya Rejîma Siyonîst were hilkolandin ta ku kivş bibe ev nûnerê hikûmeta Iraqê yan Herêma Kurdistana Iraqê bûye yan na?

Mehmûd El Meşhedanî, serokê Meclisa Iraqê, wek berteka li hember beşdariya Dilşad Barzanî di merasima Newrozê ya balyozxaneya Rejîma Siyonîst li Bêrlînê, daxwaza lêkolîna di vî warî de kir û amajeyî qanûna ku di sala 2022`an de li Meclisa Iraqê de hat pejirandin û li gorî wê her cure têkiliya bi Rejîma Siyonîst sûc hatiye zanîn, herwiha got: Qanûn ji bo hemû iraqiyan cih tê û cezaya vî karî het salan girtîgeh heta îdamkirinê ye.

Beşdariya Dilşad Barzanî, birayê Mesûd Barzanî û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Almanyayê, di vê merasimê de, hin bertek bi dû xwe ve anîn û hin doz dijî wî hatine tomarkirin. Serdozgeriya Iraqê jî dosiyeya dadweriyê ya dijî Dilşad Barzanî şande Dadgeha Kerx a Bexdayê û ragihand ev dosiye tê şopandin.

Serepeyv