Tirkiyê 100 binkeyên leşkerî li Iraqê hene
Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê ragihand ku Tirkiyê zêde ji 100 binkeyên leşkerî li axa Iraqê hene ku 99 binke li Herêma Kurdistana Iraqê ne.
Qasim El Erecî, şwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê ragihand ku Tirkiyê nêzî 100 binkeyên leşkerî û navendên leşkerî yên çavdêriyê li Herêma Kurdistana Iraqê û parêzgeha Neynewayê hene. Wî pêgîrî kir ku derketina leşkerên Tirkiyê ji Iraqê maye ser derketina bi tevahî ya PKK`ê ji axa Iraqê. Wî got: Tirkiyê tenê binkeyek li Neynewayê heye lê binkeyên leşkerî yên vî welatî li gişt Herêma Kurdistana Iraqê berbelav in.
El Erecî bi ragihandina viya ku ti biryareka fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo hebûna leşkerên Tirkiyê li axa welêt da tine, pêgîrî kir: Hebûna PKK`ê li Iraqê neqanûnî ye û em ji vê partiyê dixwezin li gorî biryara Ocalan, çekên xwe dayînin ji ber ku ev kar dê pêngava sereke ya ji bo derketina leşkerên Tirkiyê ji Iraqê be.