Colanî, DAIŞ`î û cinayetkar e
Adar 04, 2025 19:28 Asia/Tehran
Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê pêgîrî kir: Iraq bi ti awayî hebûn yan têkiliya bi kesên ku destê wan di cinayetên li dereq iraqiyan de hebûye, qebûl nake.
Qasim El Erecî amajeyî vî yekî kir ku Ebû Mihemed el Colanî, endamê DAIŞ`ê bûye û got: Tîliya wî li kuştina iraqiyan de hebûye û destê wî li xwîna iraqiyan da ye. El Erecî herwiha gotiye rêxistina Heşdi Şeibî wê qet têk neçe, ji ber ku garantorê ewlehiyê ye.