Parlamenterê Iraqî: Nifşê nû yê DAIŞê metirsîdartir in
Yek ji nunerên parêzgeha Neynewayê li parlemana Iraqê derbarê metirsiya kampa El-Cede'ê jibo ewlehî û aramiya vê parêzgehê got: nifşa nû ya koma têrorîst a DAIŞ`ê ji nifşa berê gelek metirsîdartir e.
Mehma Xelîl, Nûnerê parêzgeha Neynewayê li parlemana Iraqê " derbarê metirsiya kampa "El-Cedie jibo ewlehiya û aramiya parêzgehê ji ber hebûna çekdarên DAIŞê li wê derê û nifşê nû yê vê komê bi tundî hişyarî da û got: Efûya giştî û vegera serkirdeyên DAIŞê ji Sûriyê, bi taybetî ji zindana Guyranê bo Iraqê û herwiha rewşa ne aram li bakurê rojhilatê Sûriyê û vegera malbatên terorîstên DAIŞê bo Iraqê, hemû gefeke mezin li dijî ewlehî û aramiya Iraqê ne.
Mehma Xelîl diyar kir: Nifşê duyem ê terorîstên DAIŞê ji hêla bîrdozî, tundrewî û cinayetkarbûnê ve ji nifşê berê gelekî metirsîdartir e.