Encama dawîn a serjimêriya li Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê
Li gorî encamên serjimêriya giştî ya niştecihan de, pişka Herêma Kurdistana Iraqê di qanûna bûdceya giştî ya Iraqê de wê bigihîje sedî 15`an.
Anegorî van encaman, nifûsa Iraqê û Herêma kurdistana Iraqê 46 mîlyon û 118 hezar û 793 kes e ku ji vê hejmarê, nifûsa Herêma Kurdistana Iraqê 6 mîlyon û 503 hezar kes hatiye ragihandin.
Fazil Nebî, alîkarê berê yê wezîrê darayî yê Iraqê got ku di reşnivîsa bûdceya 2025`an de, divê Herêma Kurdistana Iraqê anegorî encamên vê serjimariyê daxwaza zêdekirina par û pişka xwe raber bike, ji ber ku ev mijara wê li ser pişka bûdceya Herêmê û xercên din bandora xwe hebe.
Ji hêla din ve, Sîrwan Mihemed, alîkarê wezîrê pilandarêştina Herêma Kurdistana Iraqê, gotiye ku divê em sedî 15`ê bûdceya Iraqê werbigirin û ev yek ji dûhatên herî girîng ên serjimariyê ye.