Hişyariya Iraqê bo Sûriyê derbarê gefên ewlehiyê
Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Iraqê got: Tişta ku li Sûriyê diqewime, rasterast bandorê li Iraqê dike û Bexdayê peyamên rasterast derbarê gefên ewlehiyê ji Şamê re şandiye.
Hemîd El Şetrî, bi beşdariya di konferansa Gotûbêja Bexdayê de, amaje bi hebûna şaneyên komên DAIŞê li çolên Hums û Şamê kir û derbarê hebûna 2 hezar terorîstên iraqî yên endamên komên çekdar ên DAIŞê di zindanên Hesekê de agahî da.El-Şetrî got: Iraq giringiyeke taybet dide mijara rawestana li ber komên têrorîst ên DAIŞ`ê, ji ber ku şanên girêdayî van koman hîn jî li navçeyên wekî çolên Humsê û Şamê de hene.Iraqê derbarê gefên hinek komên tundrew de peyamên ewlehiyê yên zelal ji Sûriyê re şandiye.Em dixwazin bizanibin ku Sûriye dê çawa li hember vê dosiyê tevbigere.