Birêveçûna merasima şehîdê berxwedana Libnanê li Yemen û Iraqê
Hevgavê welatên din bi sedan hezar kes ji xelkê Iraq û Yemenê jî îro merasima oxirkirina sembolîk a meytên şehîd Seyîd Hesen NEsrullah û Seyîd Haşim Sefîyedîn li dar xistin.
Hêzên ewlehiyê ji bo merasîma oxirkiirnê organîze bikin û li hember bûyerên neçaverêkirî bisekinin, li qadên ku merasima oxirkirina sembolîk tê de tê lidarxistin, hatine bicihkirin.
Li Yemenê jî merasima oxirkirina sembolîk a meytên şehîd Seyîd Hesen Nesrullah û Seyîd Haşim Sefîyedîn li mizgevta camêi a El Şeebê û bi beşdariya berfireh a alim û kesayetiyên siyasî û olî hate lidarxistin. Di vê merasimê de Ehmed Rehrewî, serokwezîrê hikûmeta Senayê jî ji bilî rêzgirtina li Seyîd Hesen Nesrullah pêgîrî kir ku ew dema êrişa ser Yemenê, li rex xelkê Yemenê sekinî. Ew mirovekî rastbêj û emîn bû ku hemû jiyana xwe da alîkariya jar û belengazan kir.