Sibat 20, 2025 17:26 Asia/Tehran
  • Qeyrana darayî ya Iraqê bi fînansekirina projeyan ve girêdayî ye, ne mûçeyên karmendan

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlimana Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku qeyrana darayî ya welêt bi projeyan ve girêdayî ye û bi dilniyayî ragihand ku dayîna mûçeyê karmendan garantî ye û ti pirsgirêk di dabeşkirina wê de yê nemîne.

Komîsyona Darayî ya Parlimana Iraqê bi serokê Banka Navendî, Elî Elag û rêveberên Banka Rafêdîn û Banka Bazirganî ya Iraqê re civînek li dar xist. Serokê komîsyona darayî, Etwan Etwanî ragihand, krîza darayî ya welêt ti pêwendiya xwe bi miaşên karmendan ve nîne, belku pêwendiya wê bi dabînkirina ji hêla pereyî ve ya projeyan heye. Etwanî diyar kir: Gotûbêja li ser kirîza darayî nayê wateya nekarîna hikûmetê di dabînkirina mafên karmendan de, belku bi pabendbûna hikûmetê ve girêdayî ye bo dabînkirina pereyên pêwîst ji bo cîbicîkirina projeyan. Em bi baweriyeke temam radigihînin ku mûçeyên karmendan garantî ye û ti pirsgirêk di dabeşkirina wan de nîne û niha jî Banka Navendî ya Iraqê bi hemahengî ligel Wezareta Darayî ya Federal kar ji bo çareserkirina kêşeya kêmbûna pere dike.

Serepeyv