DAIŞ mehneya Amerîkayê ji bo berdewamiya dagirkeriya li Iraqê
Rêberên partî û komên iraqî ragihandine ku hebûna DAIŞê li axa Iraqê mehneyek e ji bo berdewamiya dagîrkeriya Amerîkayê li wî welatî û gelê Iraqê jî dijî vê dagîrkeriyê ne.
Yek ji rêberên komeke çekdar a Iraqî ragihand: Muzakirên hikûmetê bi Amerîkayê re derbarê bidawîhatina erkên hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê bêfeyde bûy ji ber ku Waşîngton bi tundî zorê dide ser Bexdayê ku hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê bimîne bi behaneya şerê li dijî terorîzmê û parastina esmanê Iraqê li himber destdirêjiyên derve. Di halekî de ku DAIŞ derew e û ti metirsiyekê dijî Iraqê çênake û bi tenê mehneyeke jibo dewama dagirkeriya Amerîkayê li Iraqê ye. Li hember vê yekê berdevkê hikûmeta Îraqê, Basim El-Ewadî tekez kir, ku Iraq pabendî rêketinên xwe yên berê yên ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî ye û divê ew di dema diyarkirî de, ji Iraqê vekişin.
Di vê çarçoveyê de endamê komîteya ewlehî û berevaniyê li parlemana Îraqê Elî El-Bendawî ragehand: Hikûmet li dû cîbicîkirina rêketina derxistina hêzên hevpeymaniya navnetewî li gor wan demên ku li ser wan li hev kirine ye, lê Amerîkayê DAIŞ ji xwe re kiriye mehne ku li Iraqê bimîne.
Elî Sebahî, Berpirsê Navenda El-Refd a girêdayî Tevgera Nûcebayê jî got, Hemû berpirsên amerîkî ku bi serokên frakisyonan û hikûmetê re dicivin, derbarê metirsiya DAIŞê de hişyariyê didin.Renge ku Amerîka pabendî rêketinê nebe û li Iraqê bimîne û ger ji derî derkeve dê ji pencereyê bikeve hundur da ku berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn garantî bike.