Sibat 15, 2025 18:00 Asia/Tehran
  • Seroka Fraksyona Nifşê Nû li Parlemana Iraqê: Rêvebirên herêmê hezar carî ji Seddam xerabtir in

Seroka Fraksiyona Nifşê Nû bi tundî rexne li desthilatdarên niha yên Herêma Kurdistanê girt û got, ew hezar carî ji Sedam Husêyn xerabtir in.

Seroka Fraksiyona Nifşê Nû li Parlemana Iraqê Sirwe Ebdulwahid di hevpeyvîneke televîzyonî de bi tundî rexne li desthilatdarên Herêma Kurdistanê girt û got:Ger wan  bombeyên kîmyewî hebana, dê mirovan xwê  bombebaran bikirana . Ew pabendî tu tiştekê nînin.

Sirwe Ebdulwahîd got, Hûn bala xwe bidin jiyana gelê me. Ez şerm dikim ku vegerim Silêmanî û serdana bazara bajêr bikim. Ji ber ku  qet maqûl nîne mûçeyên mehane yên vê cimaetê nayê dayîn,lê karbidest bi xwe û zarokên wan xwedî firokeyên taybet in û sefera  Dobêy û  welatên din dikin.Lê mişaşa  xelkê sivîl  û bindest nadin.

Serepeyv