Çile 30, 2025 18:08 Asia/Tehran
  • Rexneya tund a rayedarekî Iraqî ji qaçaxa niftê

Yek ji rêberên hevpeymaniya Fetih a Iraqê daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kir ku bila tedbîrên cidî ji bo rawestandina qaçaxa niftê û firotina wê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve berçav bigre.

Elî Fetlawî di hevpeyvînekê de got ku Herêma Kurdistanê proseya qaçaxkirina  niftê berdewam dike. Ev nift serweta netewî  ya Iraqê ye û divê pişka hemû Iraqiyan be, lê herêm bêyî cîbicîkirina ti pêsipartiyên darayî ji Bexdayê daxwaza pereyan dike. Wî her wiha tekez kir: Em nikarin zêdetir li hember proseya qaçaxa niftê bêdeng bimînin, ji ber ku eva talaneke eşkere ya serwet û samanên neteweyî ye û divê sînorek jê re were kivşkirin.Serokê hevpeymaniya Fetih herwiha daxwaz ji hikûmeta federal kir ku tedbîrên cidî bigire ber xwe û zext û zorên pêwîst ji bo rawestandina piroseya qaçaxa niftê  berçav bigre , ji ber ku ev prose bêyî çavdêrî û  şopandina dadweriyê  tê kirin.

Serepeyv