Pêhişyariya Iraqê derbarê bihêzbûna DAIŞ`ê li Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, îro danê sibê bi armanca gotûbêjkirina pirsên ewlehî û aborî giheşte Iraqê û li gel hevtayê xwe yê iraqî ser rewşa ewlehiyê û hebûna terorîstên DAIŞ`ê li sînoran û çalakiyên PKK`ê li Iraqê gotûbêj kir.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Hakan Fîdan, di çarçoveya serdaneke fermî de îro danê sibê gihîşt Bexdayê. Wezîrên karên derve yên Iraq û Tirkiyê li ser alûgorên Sûriyê, hebûna terorîstên DAIŞ`ê li ser sînoran û pêşxistina hevkariyên dualî gotûbêj kirin. Di vê axaftinê de Hakan Fîdan banga têkoşîna li dijî terorê kir û ji Bexdayê xwest ku PKK`ê bi fermî weke rêxistina terorê ragihîne. Di vê hevdîtinê de rewşa nû ya Sûriyê û hebûna koma têrorîst a DAIŞ`ê li sînoran û mijarên din ên aborî û ewlehiyê hatin gotûbêjkirin. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê di vê hevdîtinê de got: Her çiqasî ku Iraq ewleh û aram be, ev yek dê bandoreke erênî li ser Tirkiyê bike. Wezîrê karên derve yê Iraqê jî got: Di mijarên curbicur ên wek aborî û siyasî de qadên berfireh ên hevkariyên hevpar ên bi Tirkiyê re hene. Foad Hisên, rewşa ewlekariya li ser sînorên Iraq û Sûriyê yek ji mijarên vê hevdîtinê da zanîn û got: Ew hewl didin çarçoweya şerê dijî terorê berfireh bikin.