Hişyariya Iraqê bo Tirkiyê derbarê encamên êrişa ser navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê
Çile 25, 2025 17:00 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Iraqê derbarê encamên êrişên ser navçeyên kurdnişîn li Sûriyê hişyarî da Tirkiyê.
Fuad Husêyn Wezîrê Derve yê Iraqê di civîna Davosê li Swîsrayê derbarê her cure êrişkeke Tirkiyê ser deverên kurdnişîn ên Sûriyê hişyarî da û tekez kir ku ev kiryar dê dibe sedem ku pêleke penaberan ber bi Iraqê ve herin. Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha got:
Rewşa niha ya navçeyê li gorî dewra yekem a serokkomartiya Trump hatiye guhertin û ez his dikim ku hebûna Amerîkayê li navçeyê dê berdewam be. Piştî sernixûnbûna hikûmeta Beşar Esed, Tirkiyê çendîn caran bi binpêkirina serweriya Sûriyê hêzên Kurd li navçeyên bakur û bakurê rojhilatê wî welatî dane ber êrişan.