Çile 24, 2025 17:36 Asia/Tehran

Civîn û axaftinên rayedarên Îran û Iraqê vê rastiyê nîşan didin ku rayedarên her du welatan tekezî li ser pêşxistin û xurtkirina peywendiyan dikin.

Ebdulletîf Cemal Reşîd, serokomarê Iraqê îro di axiftinekê de bi ragihanda vî yekî ku Îran welatekî giring li navçê ye, got: Têkeliyên di navbera Têhran û Bexdayê di asteke baş de ne û berfiretir dibin. Wî amaje bi peywendiyên Îran û Iraqê bi taybet di şerê li dijî terorîstên DAIŞ`ê de jî kir û got: Helbet êdî Iraq ne qada operasyonên terorîstî ye û komên çekdar li Iraqê ramalîna terorîstên DAIŞ`ê didomînin. 

Vê dawîyê Fûad Hisên, wezîrê karên derve yê Iraqê ku li gel Mihemed Şîa Sûdanî, serokwezîrê vî welatî çûbû Têhranê, peywendiyên Îran û Iraqê gelek baş dan zanîn û li ser gotûbêjên şandên pilebilind got: Di vê hevdîtinê de behsa çend komprojeyên hevbeş û herwiha projeyên pêşerojê hatin kirin. 

Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Şîa Sûdanî ku roja Çarşemiyê, 8`ê Çileya 2025`an, di serê şandeke pilebilind de serdana Têhranê kiribû, tekezî li ser giringiya peywendiyên berfireh di navbera her du welatên cîran ên Îran û Iraqê kir. Di civîna hevpar a taximên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê de, Mihemed Şîa Sûdanî, tevî pêzanînên xwe ji alîkarî û helwestên Îranê di warê piştgirîkirina hikûmet û gelê Iraqê de, bal kişand ser vîn û biryardariya welatê xwe ji bo cîbicîkirina lihevkirin û bernameyên hevkarîkirinê yên her du welatan. Ji aliyeke din ve rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bi amajeya li hevpariyên çandî, civakî û olî, herwiha hebûna sînorekî dirêj di navbera her du welatên Îran û Iraqê de, pêgîrî li ser berfirehkirin û pêşxistina peywendiyên piralî di navbera her du welatan de kirin û helbet divê bê gotin ku peywendiyên her du welatan yên di warên siyasî, aborî, çandî û ewlehiyê de, îro rojê anegorî ragihandina rayedarên her du welatan, baş in û dijminên her du welatan ti carî nekarîne bi komployên xwe, zirarê bidine têkiliyên dostane yên her du welatan.

Serepeyv