Pêgîriya li ser pêwîstiya parastin û piştgîriya ji Heşdi Şeibî
Seyîd Emar Hekîm, serokê tevgera Hikmeya Netewî ya Iraqê li hevdîtina bi Falih Feyaz, serokê rêxistina Heşdi Şeibiyê, li bara alûgorên siyasî yên vî welatî, dewama amadetiya ji hêla ewlehî û leşkerî ve, parastina Heşdi Şeibiyê û rola wê ya di sîstima berevaniya netewî ya Iraqê gotûbêj pêk anî.
Emar Hekîm di vê hevdîtinê de pêgîrî kir ku Iraq ji hêla siyasî, ewlehî û civakî ve bi istiqrar e û her kes berpirsê parastina vî istiqrar û dewamê û xurtkirina wê ye. Serokê Tevgera Hikmeya Netewî ya Iraqê herwiha li ser pêwîstiya parastina Heşdi Şeibî û piştgîriya wê wekî bingehek di sîstima berevaniya netewî ya Iraqê pêgîrî kir.
Hekîm li ser pêwîstiya amadetiya ji hêla ewlehî û leşkerî ve û peywendiya cidî ya bi alûgorên navçê bêyî sersarî yan lezê pêgîrî kir û careka din daxwaza xurtkirina yekgirtîbûn û yekrêziya netewî ya Iraqê ji bo sekinîna li hember pirsgirêkan kir.